ROJEV/ 15 PÛŞPER 2012

*Der barê keçikên Kurd ên Dêrsimî yên ji ber Komkujiya Dêrsimê rizgar bûn û weke ewlad dabûn malbatên din de belgeyên fermî pêşkêşî Komîsyona Dêrimê ya girêdayî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Tirkiyeyê hatin kirin.

-Yek ji bijîşkên Nexweşxaneya Îlkyardim a Taksîma Stenbolê ji bo ciwanê ku polîsan li wî xistibû û xwîna mejiyê wî der bibû, rapora “bi pêşniyara pêkanîna qeşayê ya 4 rojan û polîklînîka KBB’yê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin” amade kir.

*Serokê Komeleya Hilbijartiyên Komunîst û Komargir ên Neteweyî (Ancer) û Şaredarê bajarê Franse Champigny-sur-Marne Dominique Adenot der barê girtina şaredarên û rêveberên BDP’yî yên li Wanê hatin girtin nameyek ji Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Franse û Balyozxaneya Tirk re şand.

*Bayram Arslan ê li navçeya Farqîna Amedê xaniya wî hilweşiya, serî li Qeymqamtiya Farqînê da. Arslan ji qeymeqam Dogan Demîrdaş dixwaze ku soza xwe bîne cih.

*Yekitiya Ewropayê, ji bo karanîna enerjiya bi taseruf û bi bandor a hikûmetên parzemînê û ji bo sînordarkirina xerckirina berhemên petrolê, ji bo qanûneke nû li hev kirin.

*Li Mêrsînê bi hinceta “endamtiya rêxisitnê” û “propagandaya rêxistinê” ji bo 7 zarokên Kurd bi daxwaza bi giştî 240 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. “Delîlên” vê dozê jî parvekirinên li ser Facebook, dîmenên Mobeseyê, îfadeyên şahidên nepen û pîrozbahiya 1’ê Gulanê.

*Şîrketa çêkirina rêzefilman Game fo Thrones ku di cîhanê de navdar e, gava ku di perdeyek a rêzefilmek de dîmena ku rûyê Serokê berê yê DYA’yê George W Bush li ser mûmyayek hatiye danîn û bi rimê di destê wî ve serke jêkirî heye weşand. Piştî ku çapemenî cih da vê yekê, derhêner û şîrket neçar man ku lêborînê ji Bush bixwazin.

* Wekî her sal, îsal jî Kurdên Êzidî gundên bab û kalên xwe li gundê Elegez, Riya Teze, Sîpan, Avşîn, Dêrik, Qurbilax, gundê Ortaçiy, Mîrek, Senger, Poşt û Çamîşvanê li hev kom bûn. Kurdên yên êzidî her sal di rojek taybet de li ji Kafkasya Rusya Gurcistan Ewropa li kuderê bijî tên wê rojê miriyên xwe ziyaret dikin.