Til Berek hat rizgarkirin

YPG'ê di encama operasyoneke duh bi şev de bajarokê Til Berek ji çeteyên El Qaîdeyê rizgar kir.

Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê, di çarçoveya operasyona 'Tolhildana Şehîdên Til Berek û Til Hemîs'ê de duh bi şev li hemberî navendên Eniya El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ ên li bajarokê Til Berekê operasyoneke berfireh lidar xist.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de bajarokê Til Berekê ji çeteyan hatiye paqijkirin û ji aliyê YPG'ê ve hatiye ewlekirin. Te gotin ku di operasyonê de çeteyan windahiyên giran dane.

Der barê çalakiyê de Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl diyar ku hêzên wan şevê din saet di 00.00'an de çalakî dan destpêkirin û îro saet di 05.00'an de bajarok û gelek gundên derdorê ji çeteyan rizgar kirin. Xelîl, got ku opersyona wan a paqijkirirna herêmê dewam dike.

YPG'ê di 15'ê Sibatê de li herêma Til Hemîs û Til Berekê bi navê "Tolhildana Şehîdên Til Hemîs û Til Berekê' operasyonek berfireh dabû destpêkirin û roja 16'ê Sibata 2014'an bajarokê Ceza ji çeteyên ser bi El Qaîdeyê hatibû rizgarkirin. 

Di operasyona ku li ser agahiyên wekî "Dê komên çete êrîşî herêmên ewle yên Rojavayê Kurdistanê bikin û amadekariyên wê dikin" hat lidarxistin de çeteyan windahiyek giran dabûn û gelek cebilxane hatibû bidesxistin.

Di operasyonê de her wiha 30 çeteyên ser bi El Qaîdeyê hatibûn zevtkirin.